Gallery

Nêçîrvan û Erdogan îro li Tirkiyê dicivin

Nûçexane – Hate ragihandin ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo civaneke taybet bi serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re pêk bîne hatiye Tirkiyê. Çav li rê ye îro piştî nîvro li ofîsa serokwezîrtiyê pêşwazîya Barzanî bike. Buroya Çapemenîya Serokwezîrtiya Tirkiyê ragihand, hevdîtin li demjimêr 15.00 pêk tê.

Li gor nûçeya malpera Avestakurd’ê ku spartîye hin jêderên nêzîk ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de wê behsa têkilliyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya li Îraqê û mijara PKK’ê bê kirin. Hêjayî gotinê ye, di vê mehê de (Gulan a 2012) bu cara duyê bi awayekî fermî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike.

Advertisements