Gallery

Partiyên Kurdan ji makezagona nû bê hêvî ne

Nûçexane – Parlementoya Tirkiyeyê dest bi xebatên makezgona nû kir. Serokwezîr  Tayyîp Erdogan daxuyand ku xebatên bo makezagona nû wê heta dawiya salê bi dawî bibin û di destpêka 2013ê de jî wê makezagon amade be. Nûnerên partiyên Kurdan jî bo Rudawê daxuyandin ku makezagona nû bo çareserkirina pirsgirêka Kurd fersendê derxistiye holê lê gotin hevkarî û hevbeşiya he çar partiyên parlementoyê pêwîst e û dan zanîn ku helwesta AKPê hêviya wan nahêle.

Tan: Makezagona ku mafên Kurdan nas neke, nabe tiştek nû, dibe makezagona Hitler

Nûnerê Komisyona Hevkariya Makezagonê ya Meclisa Tirkiyeyê û Parlamentere BDPê yê Amedê Altan Tan ragihand makezagoneke hemdem, demokratîk û ya ku tê de standardên gerdûnî hebin wê çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsantir bike, lê ger ne wisa be wê pirsgirêkê bêhtir kûr bike û wiha axivî: “Divê makezagona nû rêya perwerdeya bi zimanê zikmakî, rêvebiriya herêmî û bikaranîna zimanê kurdî li hemû aliyên jiyana rojane û xebatên fermî veke. Eger van mijaran weke berê di nava nîqaşan de bimînin û neyên çareserkirin wê gavê ew nabe makezagoneke nû, dibe makezagona Hitler û ya Mousolini.”
Tan destnîşan kir ku naveroka makezagona nû bi helwesta Erdogan ve girêdaye û axaftina xwe wiha dom kir: “Daxuyaniyên Serkwezîr Erdogan yên dawî qet hêvî nadin mirov. Eger niyeta Erdogan ya çareseriyê hebe divê berê xwe bide amadekariyeke makezagoneke nû.  Lê daxuyaniyên wî yen dawî ne tenê şaş in, herwiha bêhna nexweşiyeke giran, nexweşiyeke psîkolojîk jê tên. Em ligel hemû van kêmasiyan heviya xwe diparêzin.”

Elçi: An bila nasnameya kurdî bê naskirin, an jî destnîşaniya ti nasnameyek neyê kirin

Serokê Giştî yê KADEPê û Parlementerê Amedê yê BDPê Şerafettîn Elçî jî ragihand ku awayê binavkirina Kurdan di makezagonê de gellek girîng e û got, “An navê nasnameya kurdî derbas bibe, an jî bila navê ti nasnameyek û etnîsiteyek din derbas nebe.” Elçi destnîşan kir ku pêwîst e di makezagona nû de garantî bo nasnameya kurdî û perwerdeya bi zimanê zikmakî hebin, lê got, “Wisa xuya dike ku ev yek zehmet e di pratîkê de pêk bê.” Elçi, wiha axivî: “Sedemê yekem ku ez bêhêvî dibim ew e ku divê herçar partiyên parlementoyê hevkarî bikin; ango ji serî de diyar e ku MHP ya ku dewletê wek dewleta Tirkan dibîne, her kesî ku li vî welatî dijî wek Tirk dibîne, ne mimkûn e ku ji bo makezagoneke demokratîk ya ku mafên Kurdan jî destnîşan dike, razî bibe. Sedemê duyem, helwesta partiya mezin a AKPê ye. Erdogan û hemû nûnerên AKPê di demên dawî de hertim behsa yek dewlet, yek milet, yek ziman dikin. Lê em ê bisekinin û binêrin, dibe ku di pêşerojê de şert û rewş biguherin û ew jî polîtîkaya xwe biguherînin.”

Bozyel: Divê federalî bê pejirandin    

Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel jî ragihand ji bo ku makezagona tê amadekirin bibe makezagoneke nû divê çareseriya pirsgirêka Kurd bide ber xwe. Bozyel ji bo vê yekê jî ev şert rêzkirin: Naskirina nasnameya kurdî, garantîkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî, pejirandina kurdî wek duyemîn zimanê fermî li Kurdistanê, mafê rekxistinê yê bê asteng, mafê rêveberiya herêmî ya demokratîk, li deverên ku Kurd zede dijîn avakirina sîstema federal.” Ji bo amadekariya makezagoneke nû Bozyel têkoşîna Kurdan pêwîst dibîne û dibêje: “Divê ji serî de mirov nebêje wê tiştek baş ji vê makezagonê dernekeve, divê mirov zextan li wan bike. Lê dema mirov li rêbazên amadekariyê mêze dike hêviya makezagoneke nû di dilê mirov de namîne.” Rûdaw

Advertisements