Gallery

Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Îslamî ya Kurd E.Qeredaxî re civîya

Nûçexane – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarê Selahedîn pêşwaziya Serokê Tevgera Îslamiya Kurd û Emîndarê Giştî yê Yekitiya Zanayên Cîhana Îslamî Profesor Dr. Elî Qeredaxî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, sebaret bi pêvajo û hel û merca siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistan û navçeyê hate guftûgokirin û her du alî yek dengî û yek helwestiya gelê Kurdistanê wekî zerûretekî dûpatkir.

Her li vê hevdîtinê de Profesor Dr. Elî Qeredaxî behsa wan projeyan kir ku Tevgera Îslamiya Kurd bi niyaze li paşarojê de li Herêma Kurdistanê cîh bi cîh bike. Serok Barzanî jî piştgîriya xwe li cîh bi cîh kirina wan projeyan de ragihand. Jêder: Xebat

Advertisements