Gallery

Heta 2019an wê Kurdistan rojê 2 milyon bermîl petrol berhem bike

Nûçexane – Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê pêşbînî kir ku berhema petrola herêmê heta sala 2019an bigihe 2 milyon bermîl di rojê de.

Aştî Hewramî di sîmînareka korbenda aborî ya cîhanî li Tirkiya de pêşbînî kir ku berhemhênana petrolê li Herêma Kurdistanê heta sala 2015an bigihe milyonek bermîl di rojê de.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta herêmê, Hewramî amaje kir ku herêm niha hewl dide her roj 300-350 hezar bermîl petrol berhem bîne.

Korbenda aborî ya cîhanî derbarê Rojhilata Navîn, bakurê Afrîka û Urasiya ye û tê de mijarên li dor kirîza aborî ya Ewropa û buhara erebî û zistana rûsî tên gotûbêjkirin.

Biryar e, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdariya korbendê bike ku bêtirî hezar kesatiyên siyasî û aborî û darayî tê de beşdar in. (AKnews)

Advertisements