Gallery

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Taloq Bûn

Nûçexane – Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li ofîsa xwe li avahiya serokatiya civata wezîrê hikûmeta Kurdistan, pêşwazî li Ferec Heyderî serokê komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Iraqê û şandeya pê re kir û di hevdîtinekê de behsa îmkanên encamdana hilbijartinên wîlayetln herêma Kurdistanê hat kirin.

Di hevdîtinê de, heyeta komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê got ku ji ber hindek sedemên qanûnî û teknîkî hilbijartinên wîlayetên herêma Kurdistanê di dema diyarkiriî de, di 27.09.2012êde, nemimkine bê kirin û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, ji bo amadekirina hemû pêdvîtiyên pirosesa hilbijartinan demke dirêjtir ji komisyonê re bê dayîn.

Herwesa heyeta komisyona bala a hilbijartinan daxwaz kir ku hindek bend û madeyên qanûna hilbijartinan a herêma Kurdistanê bên serast kirin û piştî parlamentoya Kurdistanê wan bend û madeyan serast dike, paşî wextek nû ji bo encamdana hilbijartinên wîlayetan bê diyar kirin. Jêder: KRG

Advertisements