Gallery

Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê Beşdarî Foruma Aborî Dibe

Nûçexane –  Foruma Aborî ya Stenbolê doh li Tirkiyê Swiss Otêlê bi beşdarîya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û wezîrên hikumeta AK Partîyê dest pê kir. Foruma Aborî  wê 2 rojan dom bike û ji 70 welatan herî kêm 1100 nûnerên hikumetan û pîşesaz beşdar dibin.

Foruma Aborî ya Cîhanê sala 1971’ê li bajarê Cenova Swîsreyê hatiye damezirandin û di maweya 42 salên raborîya xwe de, li seranserê dinyayê xwedî bergeheke fireh e.

Piştî qeyrana navbera Îsraîl û Tirkiyê ya Foruma Aborî ya Davosê ku Serokwezîrê Tirkiyê helwest nîşan da û vegerîya welatê xwe, Foruma Aborî ya Stenbolê wek alternatîf tê hesibandin.

Ev cara ewil e ku Foruma Aborî li Stenbola Tirkiyê tê civandin û ji 20 welatan jî 50 nûnerên payelind beşdar dibin. Hêjayî gotinê ku yek ji wan nûnerên payebilind yê ku cara ewil beşdarî forumeke wiha dibe jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. Barzanî doh hatibû Tirkiyê û li ofîsa Serokwezîrtîyê ya Dolmabahçe bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtineke ji medyayê re girtî pêk anî bû. Nûçexane

Advertisements