Gallery

‘Serpêhatiyan îspat kiriye ku pirsa PKKê bi rêbazên leşkerî çareser nabe’

Nûçexane – Serokatîya Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê, hevdîtina Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û beşdarîya Forûma Aborî de nûçeyek belav kir.

Di nûçeya ku di malpera KRG de hatiye belavkirin de, di derbarê naveroka civîna Barzanî û Erdogan ku doh pêk hatibû tê gotin ku, behsa xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê di hemû waran de hatiye kirin, bi taybetî jî her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hevahengiya di warê aborî û enerjiyê de kiriye.

Her wiha li ser rewşa siyasiya Iraqê û kirîza siyasî ya niha Iraq tê de derbas dibe, her du aliyan tekîd li ser çareseriyên li gor destûra bingehîn a Iraqê kiriye. Dîsa tê ragihandin ku, Pirsa kurd û meseleya PKKê mijareke din a hevdîtinê bûye û di vî warî de Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd kir ku, divê pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rêya diyalog û aşitiyê bê çareser kirin. Barzanî got, ‘ Tecrûbe û serpêhatiyan îspat kiriye ku, pirs bi rêya çek û leşkerî çareser nabe û bi tenê bi rêya aşitî û siyasî ew pirs tê çareserkirin.’

Heyeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve pêk tê û dê beşdariyê di kar û çalakiyên Foruma Aborî ya Cîhanî de bikin.

Advertisements