Gallery

Îro Tîmên Oksîtanya û Kurdistan tên pêşberî hev

Nûçexane – Tîma Kurdistan ya Milî di maça diduyan ya VIVA World Cup Kurdistan grûba A de îro derdikeve pêşberî tîma Oksîtanya ya başûrê Fransayê. Pêşbirka Kurdistan û Oksîtanya li Stadyûma Silêmanî demjimêr 17:00 dest pê dike û di televizyona Al Iraqiya Sports de zindî tê weşandin.

Hêjayî gotinê ye ku, tîma Milî ya Kurdistan di maça xwe ya ewil ya VIVA World Cup’ê de bi encama 6-0 ji tîma Sehraya Rojava biribû. Di wê maçê de 1 gol Mûhsîr 12′, 2 gol Newzat Şêrzat 16′-33′, 1 gol Helgurd Evdile 74′ û 2 gol jî ji alîyê Elî Ezîz 82′-90′ ve hatibûn tomar kirin. Nûçexane

Advertisements