Gallery

Kiliçdaroglu Serokwezîr Erdogan vexwend Roboskîyê

Nûçexane – Îro piştî nîvro di navbera Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de li ser pirs Kurd hevdîtinek çêbû. CHPê piştî hevdîtinê diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye. Cîgirê AKPê Omer Çelik jî got: “Divê ji bo pêşniyarên CHPê, MHP bê îqnakirin.”

Hevdîtina navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de li Navenda Giştî ya AKP’ê dest pê kir, tevî Kiliçdaroglû û Erdogan, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay, Alîkarê Serokê AKP’ê Omer Çelîk, Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal, Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Akîf Hamzeçebî, Alîkarên Serokê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û Farûk Logoglû beşdarî hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi qasî saetekê berdewam kir.

Piştî hevdîtinê li ser navê CHPê, Faruk Logoglu wiha got: “Hevdîtin di rewşekî erênî de derbas bû. Li gor encama hevdîtinê, ger pêşniyara CHPê ji aliyê hemû partiyên di meclisê de erênî bê dîtin, wê lihevkirin çêbibe. Ji bo lihevkirinê divê despêkê MHP bê îqnakirin.”

Logoglu diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bû û got: “Ji bo aramkirina rewşa vekêşandî, tişta ji destê CHP û serokwezîr bê, wê were kirin. Heta ligel serokwezîr serdana Qilabanê jî bikin.”

Endamê şanda CHPê got: “Hêviya me tê muhafaze kirin. Em hêvî dikin ku wê xwedî li vê hewldana me bê derketin. Ji bo vê di rojên pêş de emê pêşveçûnan bi hev re bibînin.”

Cîgirê serokê giştî yê AKPê Omer Çelik jî derbarê hevdîtina du alî de axivî û got: Pêşniyara CHPê ya ji bo mirovên maqûl, MHP li dij derdikeve. Statuya vê komîsyona bê avakirin giringe. Ev komîsyon wê hevdîtinên ne fermî bimeşîne. Wê komîsyona ji aliyê CHPê ve hatî pêşniyarkirin, xwediyê hevdîtinên ne fermî be. Ji bo vê yekê divê MHP bê îqnakirin.”

Omer Çelik got: “Serokwezîr Erdogan jî li ser niyeta baş a CHPê pêşniyarek kir. Pêşniyar eve; ger komîsyon çênebe, dîsa bi wesîleya niyeta baş a CHPê, pêşniyar kir ku di navbera CHP û AKPê de komîsyoneke şêwir bê avakirin.”

Cîgirê serokê AKPê Omer Çelik got: “Ger CHP bi wê komîsyonê BDP û MHPê îqna neke, wê pêkanîna komîsyonek ji aliyê AKP û CHPê ve amadebin li ser van mijaran mûzakereyan bikin.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements