Gallery

Tîma Kurdistan bi encama 1 – 0 ji Oksîtanya bir

Nûçexane – Tîma Kurdistan û Osîtanya îro li Stadyûma Silêmanî hatin pêşberî hev. Maça diduyan ya Grûba A ya VIVA World Cup Kurdistan 2012, bi serkeftina Tîma Kurdistanê bi dawî bû.

Di maçê de tenê golek hat tomarkirin ku ew jî alîyê tîma Kurdistan ya Milî di deqeya 28’an de Amad Îsmaîl avêt dergeha tîma hevrik.

Tîma Kurdistan bi vê encamê di Grûba A de yekemîn derket û mafê derbasbûna tûra diduyan ya dorê bi dest xist. Nûçexane

Advertisements