Gallery

Erdogan berpirsiyarîya Roboskîyê avêt ser PKK’ê

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu şevê din di televizyona A Haber de bersiva pirsên rojnamevanan yên li ser rojeva Tirkiyeyê da.

Erdogan, pirsên li ser komkujîya Roboskîyê ku 34 ciwanên kurd hatibûn kuştin got, ‘Bûyera Qilebanê ne tenê bûyereke qaçaxçîtiyê ye. Di destpêka vê qaçaxçîtîyê de PKK tê xwedîkirin. Ew ewladên gundê me mixabin di vî karî de hatine bikar anînin.’

‘Lêborîn aştîyê nayîne’

Serokwezîrê Tirkiyê her wiha li ser nixûmandina bûyera Roboskîyê qala dayîna tazmînata çar qatê yên din kir û got ku, ew li benda biryara darazê ne û piştî wê ew karin li ser encamê gotûbêj bikin. Serokwezîr, derbarê pirsa lêborînê jî diyar kir ku, wan berê ji bo Dersîmê ew peyv bikar anîye û niha lêborînê bixwazin jî wê ev yek bi aştîyane çare nebîne.

‘Helbet Karim bi Kiliçdaroglu re herim Qilebanê’

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, bersiva vexwendina Qilebanê ya Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu da û wiha axivî: “Di axaftina me ya îro de peyveke wiha derbas bû. Helbet em karin bi Kiliçdaroglu re herin. Heke em ji bo çareserîya vê pirsê bi hev re bixebitin em karin herin gelek cihên din jî. Em karin bi Kiliçdaroglu re herin her deverên Tirkiyê.” Nûçexane

Advertisements