Gallery

‘Herêma Kurdistan bi awayê Stratejîk ji bo Ewropa pir girîng e’

Nûçexane – Bi baweriya Bryza, Kurdistan wê di siberojê de roleke serekî di dabînkirina gaza xwezayî de ji bo bazarên cîhanê bilîze.

Matthew Bryza di navbera 2010 û 2012ê de balyozê Amerîka li komara Azerbeycanê bû. Berê jî li Qesra Spî kar kiriye û 4 salan jî li wezareta derve ya Amerîkayê wek şêwirmendê karûbarên welatên Ewropa û Asyayê kar kiriye. Bryza niha rêveberê navendeke şêwirmendiyê ye ji bo karûbarên enerjiyê li welatên rojhilatê Ewropa, Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di vê hevpeyvîma ligel Rûdawê de Bryza behsa pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê dike.

“Divê êdî Tirkiye kurdan wekî rîskeke siyasî nebîne”

Rûdaw: Bi awayekî zêde behsa girîngiya bihêzbûna pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê di van çend salên borî de tê kirin, bi baweriya we girîngiya van pêwendiyan di çi de ye?

Matthew Bryza: Tevgera dramatîkî ya hikûmeta Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re diselimîne, ku niha Tirkiye bi vê guherîna dîrokî ku derketiye rehet e. Herwiha rehet e jî bi avakirina Rojhilata Navîn. Bi Kurdên Tirkiyeyê re jî dibe ku êdî Tirkiye Kurdan wek rîskeke siyasî nebîne û hikûmet wek beşekî girîng yê civakê li wan binêre. Di warê enerjiyê de jî hebûna rêjeyeke zêde ya gaz û petrolê li Kurdistanê û egera şandina derve ya wan çavkaniyên xwezayî ji bo sûkên Tirkiyeyê, û piştre jî ji bo welatên Ewropayê, wisa dike ku bandoreke stratejîk ya mezin li ser navçeyê bike.

“Guherîna niha nîşan dide ku siyaseta Tirkiyeyê jî guheriye”

Hûn çawa li hewldanên van salên dawî yên Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe bi Enqere re dinêrin?

Matthew Bryza: Ew gav pirr balkêş in. Ji ber li bîra min e, gava min di salên piştî 2001ê de li Qesra Spî û wezareta derve ya Amerîkayê kar dikir, me hewldanên zêde dikirin, d ku Tirkiyeyê qayîl bikin ku tenê civînekê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re saz bike. Guherîna niha nîşan dide ku siyaseta Tirkiyeyê jî guheriye. Lê siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê pirr zîrek bû û di rûyê Tirkiyeyê de vekirî ye. Ev hikûmet dizane ku Tirkiye li navçeyeke stratejîk e, lewma Kurdistanê kariye warê enerjiyê bikar bîne ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re.

Yek ji sedemên ku di dema borî de wisa li Tirkiyeyê kir ku bi xweparêzî bi Kurdan re tevbigere, pirsa serxwebûnê bû. Niha jî bi awayekî zêde behsa vê pirsê tê kirin. Hûn çawa li vê pirsê dinêrin. Gelo ji bo Kurdan mabûna di çarçoveya Îraqê de baştir e yan serxwebûn?

Matthew Bryza: Nirxandina min ya takekesî ew e ku serkirdayetî û xelkê Herêma Kurdistanê daxwaza heman tiştan dikin ku gelên din jî dixwazin. Ku ew jî hebûna jiyaneke asayî, aram û xweş e. Niha jî bi dîtina min ev jiyan bidest anîne. Ji min re cîhê pirsyarê ye, ku ji ber çi tu dixwaze vê rewşa aram biguhere? Pêwendiyan wan jî bi Tirkiyeyê re sedemekî serekî ye ji bo dabînkirina destkeftan. Lewma ji ber çi tu dixwaze biguhere?

“Herêma Kurdistanê dikare Tirkiyê ji gelek pirsan rizgar bike”

Bandora Herêma Kurdistanê, nemaze di warê gaz û petrolê de, di siberojê de li ser navçeyê çawa dibînin?

Matthew Bryza: Bêguman bandora wê mezin dibe. Dixwazim bandora wan li ser Tirkiyeyê teqez bikim. Li gor texmîna herî dawî, li Herêma Kurdistanê dora 45 milyar bermîlên petrola yedek hene. Ev jî tê wateya ku Kurdistan dibe hevpeymaneke bazirganî ya girîngî ji bo Tirkiye û welatên Ewropayê. Li Herêma Kurdistanê rêjeyeke zêde ya gaza xwezayî heye. Ev jî tê wateya ku Tirkiyeyê şirîkekî nêzîk bi dest xistiye, ku dikare gaza pêdivî peyde bike. Lewma Herêma Kurdistanê girîng e ji bo Tirkiyeyê, ji ber ku dikare Tirkiye ji gellek pirsan rizgar bike.

Behsa beşdariya Kurdan di projeya Nabucco de tê kirin, gelo Kurd beşdar dibin û girîng e?

Matthew Bryza: Her projeyeke ku gaza xwezayî ji Îraqê bibe Ewropayê, di aliyê stratejîk de, pirr girîng e. Ji ber ku pêdiviya Ewropayê di warê enerjiyê de bi alîkariyê heye. Rola Herêma Kurdistanê pirr girîng e, ji ber rêjeyeke zêde ya gaza xwezayî li Îraq û Kurdistanê heye.

Amerîka roleke berçav lîstiye ku Herêma Kurdistanê gihiştiye vê asta niha. Lê berevajî welatên Ewropayê, hejmareke zêde ya şîrketên amerîkî li Kurdistanê nayên dîtin. Ji ber çi?

Matthew Bryza: Rast e û cîhê dilgiraniyê jî, lê sedemê nehatina hejmareke zêde ya şîrketên amerîkî yên enerjiyê ew e ku şîrketên vî warî rêza hikûmeta federal ya Îraqê digirin û naxwazin bikevin nav nakokiyên siyasî û yasayî ku hêjî di navbera Bexda û Hewlêrê de nehatine çareserkirin. Bêguman pêwist e bên çareserkirin jî. Bi baweriya min hinek ji wan şîrketan ditirsin, eger bilezînin di vê mijarê de û bêne Kurdistanê, karên xwe li başûr û naverasta Îraqê ji dest didin. Lê hêvîdar im ev pirs di demeke herî zû de bên çareserkirin û şîrketên amerîkî jî bên Kurdistanê.   Rûdaw        

Advertisements