Gallery

Îro li Kurdistana Sûrî ‘Îna Xweserîya Demokratîk’ e

Nûçexane – Hate ragihandin ku, îro (În) li Kurdistana Sûrî wê gelê kurd ji bo mafên xwe yên rewa derkevin kolanan û rûxandina rejima Esed ku ji destpêka şoreşa Sûrî heta niha bi deh hezaran welatîyên xwe qetil kirine bixwazin. Tevgera Civaka Demokratîk ya Kurdên Sûrî bang li kurdên Sûrî kir ku, vê înê bikin ‘Îna Xweserîya Demokratîk’ û hêza xwe nîşan bidin.

Advertisements