Gallery

Kurdistan û Provens wê îro li Duhokê hêza xwe nîşan bidin

Nûçexane –  Di fînala navîn ya VIVA World Cup Kurdistan 2012 de îro tîma Kurdistan û Provens li stadyûma Duhokê tên pêşberî hev. Tîma Kurdistan bi lîstika xwe ya heta niha rapêş kiriye pir nêzî fînalê ye ku şampîyonîya vê kûpeyê bi dest bixe.

Maça diduyan ya fînala navîn a din jî di navbera Qibrisa Bakur û Zanzîbar de, dîsa li Stadyûma Duhokê tê lîstin.

Maça Kurdistan û Provens li demjimêr 18.00 ya Zanzîbar û Qibrisa Bakur jî li demjimêr 20.00 dest pê dike. Pişti van herdu maçan tîmên serkeftî wê roja 9ê Hezîranê li Hewlêrê ji bo Fînalê werin pêşberî hev.

Her wiha maça din ya VIVA World Cup Kurdistan ku îro ji bo rêza seyemînîyê tê lîstin jî di navbera tîmên Sehara Rojava û Ranîtya de ye.  Nûçexane

Advertisements