Gallery

Li Amedê 3. Konferansa Sporê dest pê dike

Nûçexane – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Meclîsa Sporê ya Bajar Bajar a Yerel Gundem 21, 3. Konferansa Sporê pêk tîne. Dê di konferansê de mijarên “Di sporê de cudakarî”, “Şîke û fûtbola endustriyê” û “Rêveberiya herêmî ya di cih de û Spor” bên niqaşkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Meclîsa Sporê ya Bajar Bajar a Yerel Gundem 21 bi hevkarî di 9’ê hezîranê de li Qada Jiyanê ya Hevpeş a Sumerparkê 3. Konferansa Sporê pêk tîne. Dê di konferansê de mijarên “Di sporê de cudakarî”, “Şîke û fûtbol a endustriyê” û “Rêveberiya herêmî a di cih de û Spor” bên niqaşkirin.

Konferansa sporê dê bi “Merasîma Xelata Mirovê Sporê yê Salê” dest pê bike. Dê di rûniştina yekem a konferansê de “Di sporê de cudakarî” bê niqaşkirin. Dê Endamê Lijneya Jor a RTUK’ê Doç. Dr. Ahmet Yildirim pêşkêşvaniyê bike. Rojnameger û nivîskar Tanil Bora, dê “Futbol û nijadperestî” û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Dogan Durgun mijara “Di sporê de siyaset û cudakarî”, Faruk Arhan dê mijara “Diyarbakırspor û nijadperestî” û Şirovekarê Can Tv yê Sporê Yilmaz Bay jî dê mijara “Destdayina nijadî ya Futbolê” pêşkêş bike.

Di konferansê de dê Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Reha Biçici, Hîndekarê Zanîngeha Egeyê Doç. Dr. Ahmet Talimciler, Nivîskarê Radîkalê Kenan Başaran, Nivîskarê ÎMC Tv Ferhat Uludere tevlî niqaşan bibin.

Di rûniştina dawî ya konferansê de Cîgirê Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamegerên Tirkiyeyê Faruk Balikçi, Serokê Yekîtiya Kulubên Mezopotamyê Huseyin Kaya, Nivîskarên Sporê yên Tarafê Ahmet Haluk Çetin û Ali Fikrî Işik û Endamê Lijneya Jor a RTUK’ê Doç. Dr. Ahmet Yildirim amade bibe.

Sekreterê Giştî yê Meclîsa Sporê ya Bajar Bajar a Yerel Gundem 21 Metin Kilavuz, anî ziman ku ew li Tirkiyeyê gava yekem davêjin û 3. konferansa xwe li Amedê pêk bînin. Kilavuz, destnîşan kir ku bi sporê ziman, çand, nasname û dijadan li hev kom dikin û yekîtî û dostaniya wan xurt dikin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements