Gallery

Peykerê Esed hat rûxandin

Nûçeane – Li gor zanyariyan vê sibê (8.6.2012) peykerê serokê Sûriye yê berê Beşar Esed li bajarê Hesekê ya Sûriye ji aliyê çend kesan ve bi bombeyekê hatiye teqandin ku di encam de ziyaneke mezin gihîştiye wê peykerê.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê hatin cihê bûyerê û ew dever dorpêç kirin û hatûçûna welatî û otombêlan jî qedexekirin.

Hêjayî gotinêye ku di 12 Adar ya sala 2004 ya Serhildana Rojavayê Kurdistanê çend çalakvanên Kurd xwestibûn wê peykerê biteqînin lê çalakiya wan serkeftî nebû. Xendan

Advertisements