Gallery

Rêxistina NY UNAMI: Divê li Kurdistanê hilbijartin di dema xwe de çêbibin

Nûçexane – Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Mîsyona Alîkarîya Iraqê (UNAMI)  daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komisyona bilind ya hilbijartinan kir ku, Hilbijartina Civata Parêzgehan di dema xwe de bê encamdan.


Nûneratiya Netewên Yekbûyî (UNAMI) duhî di beyannameyelê de daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komisyona bilind ya hilbijartinan kir ku sûd ji dema zêde bigrin bo girtina tedbîrên yasayî û teknîkî yên pêwîst ji bo encamdana hilbijartina civata parêzgehên herêmê di dema xwe de li gor pîvanên navdewletî.

Di beyannameyê de amaje bi agahdarkirina UNAMI derbarê biryara paşdaxistina dema hilbijartinan hatiye kirin ku , heya ku çend projeyasa bêne serrastkirin.

Beyanname li ser zarê nûnerê taybet yê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Martin Kopler hatiye belav kirin ku, encamdana hilbijartineke pak û û şefaf gelekî girîng e ji bo proseya demokrasiyê.

Daxwaza UNAMI di demekê de ye ku, beriya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 27`ê Îlon ya îsal wekî demekê ji bo encamdana hilbijartinê diyar kiribû, lê beriya çend rojan Hikûmeta Herêmê biryar da ku, hilbijartinê bo demeke ne diyar paşde bixe. Xendan

Advertisements