Gallery

Tîma Kurdistan li Fînalê ye!

Nûçexane – Tîma Kurdistan ya Milî di VIVA World Cup Kurdistan 2012 de bû tîma yekem ku mafê derbasbûna fînalê bi dest xist. Tîma Kurdistan di maça ku vê êvarê bi tîma Provens re hevrikî kir de, bi lîstika xwe ya bê payan serkeftin anî û bi encama 2-1 tîma Provens têk bir.

Herdu golên tîma Kurdistan ji alîyê fitbolîstê zîrek Amad Îsmaîl ve hatin tomarkirin û Amad di vê şampîyonîyê de bi lîstika xwe ya hêja derkete pêş.

Amad Îsmaîl di maça bi Oksîtanya re de jî golek tomar kiribû û serkeftin ji tîma Kurdistan re anî bû.

Tîma Kurdistan ji bo diyarbûna hevrikê xwe yê fînalê wê li benda maça ku îşev di navbera Qibrisa Bakur û Zînzabar re tê lîstin be.  Nûçexane

Advertisements