Gallery

Bankî Moon: Tawanên ku li Sûriyê rû didin, hovîtî ye

Nûçexane – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand:Di dema ku gelê Sûriyê aştî û demokrasiyê dixweze, heta kengê emê tawanên Sûriyê şermezar bikin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî, Bankî Moon, di konferanseke rojnamevanî de, rewşa dawiyê ya Sûriyê nirxand û ragihand ku ew tawanên ku di Sûriyê de tên kirin, hemû dijî mirovahiyê ne.

Bankî Moon dazanîn: Divê hemû welatên cîhanê li hember Sûriyê, yekdeng bin û peyameke tund ji bo Sûriyê bişînin takû tindutijiyên vî welatî bê sekinandin.

Nûnerê netewên Yekgitî, Konfî Enan jî di konferansê de beşdar bû û ragihand: Projeya aştiyê li Sûriyê li bara cîbicîkirinê de lawaz bûye.  Eger hikûmeta Beşar Esed xalên projeya aştiyê cîbîcî neke, ewê rastî komeke siza bên ku yeke ji wan; baykot kirin û dorpêçkirina hikûmeta Şamê ye.

Jêder BBC Kurdî: Pukmedia

Advertisements