Gallery

Dewleta Tirk bi kiryarên vê dawîyê li Kurdistanê fitîla serhildanê dada!

Nûçexane – Piştî ku doh 14 şaredarên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi hinceta doza KCK’ê hatin desteserkirin îro jî li Amedê polîsekî trafîkê şifêrê otobusekê li ser kolana Ofîsa Diyarbekirê bi awayekî dij mirovî avêt erdê û him gule teqand him jî gaza îsotê berda nav çavên wî û dîmenên nedîtî derketin holê.

Li alîyekî li bajarê Wanê Şaredarê Bajarê Mezin Bekir Kaya jî di nav de 14 şaredar hatin girtin û xelkê bajêr rabû ser pîyan û jiyan li bajêr rawestiya. Li alîyê din jî piştî bûyera îro ya li Amedê xelkê bajêr nerazîbûn nîşan da û herikî kolanan. Bi van herdu bûyerên pey hevdu re hatin re, li Herêma Kurdistan a Tirkiyê ji alîyê dewletê ve fitîla serhildanê hate dadan û çav li rê ye nerazîbûnên li dijî van kiryaran hê xurtir berdewam bikin.

Advertisements