Gallery

Li gor AK Partîyê ji bo PKK çekan deyne atmosfereke erênî heye

Nûçexane – Cihgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, daxûyakirin ku ew niha ji bo çareserkirina pirsa PKKê di nav hewldanan de ne, çekdanîn û teslîmkirin jî tê de hevdîtin tên kirin û hêvîya xwe ya di vê derbarê de anî ziman.

Beşîr Atalay beşdarî bernameya CNN Turk TV’yê bû û li ser geşedanên vê dawîyê yên ji bo çareserkirina pirsa kurd û PKK’ê daxûyanîyên balkêş dan. Atalay got ku, ew li ser meselê bi rayedarên başûrê Kurdistanê re jî hevdîtinan berdewam dikin û bi awayekî piralî li ser meselê hur dibin. Atalay da zanîn ku, çekdanîn û teslîmkirin jî tê de li ser meselê guftûgo têne kirin û atmosfereke erênî der bûye.

Li gor gotina Beşîr Atalay, bi rêvebirîya herêma Kurdistan re gihîştine qonaxeke jêneger ku, pêwîste vê pirsê çareser bikin. Atalay, her wiha peymanên enerjî û aborîyê yên bi herêma Kurdistan re bi bîr xistin û li gel pêngavên demokratîkbûnê yên mîna mafê perwerdehîya ziman û hwd. pirsa kurd piralî nirxand. Beşîr Atalay got ku, dema ev xebat bigihîjin encamekê wê ji hêla Serokwezîr ve jî were eşkerekirin. Nûçexane

Advertisements