Gallery

Mam Celal ji bo agirbesta PKK’ê û artêşa Tirkiyê kete tevgerê

Nûçexane – Piştî dijwarbûna şer û pevçûnên di nabera gerîllayên PKK`ê û hêzên artêşa Tirkiye de, serok Talebanî hewlên xwe bo agirbesta navbera herdu aliyan ji nû da destpêkirin.

Rojnameya Kurdistan ya Nû belav kiriye ku, hewlên serokkomarê Iraqê Mam Celal Talebanî  bo agirbesta di navbera Partiya Karkerên Kurdistan û Tirkiye de ji nû ve dest pê kiriye.

Eve di demekê de ye ku zêdetirî heyvekê ye şer û pevçûnên di navbera PKK û hêzên artêşa Tirkiyê de bi awayekî berçav dijwar bûne.

Wê rojanameyê li ser zarê çavkaniyeke agahdar ji YNK`ê belav kiriye ku, dijwarbûna  şer û pevçûnan serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê dilgiran kirine, û bi taybet serok Talebanî ji ber wê çendê ji nû ve hewlên xwe bo agirbesta di navbera PKK û Tirkiye de dest pê kiriye.

Beriya niha jî Mam Celal çend hewl ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dabû û pêşniyar kiribû ku, wekî pêhgaveke serekî ji bo çareserkirina arîşeyan, cihê serokê PKK`ê Ebdula Ocaln ku ji zîndana Îmralî hukmê heta hetayî bi ser wî de hatiye sepandin bê guhartin û lêborîna giştî ji bo serkirdeyên PKK`ê jî bê derxistin.

Heyama 11 heyvan e ku, deshelatdarên Tirkiye rê nadin parêzerên Ebdula Ocalan serdana wî bikin, her weha operasyonên siyasî û serbazî yên Tirkiye jî li deverên Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Roja Înê ya borî  serokatiya konseya rêvber yê KCK`ê di beyannameyekê de têkest kiribû ku, tiştê ku PKK`ê dike ne tundûtîjî ye, berevanîkirina li mafê Kurd dike, û ragihand ku, eve mafê PKK yê rewa ye ku berevaniyê li gelê Kurd bike.

Her weha aşkere kir ku, ewê ku di rewşa hêrişê de ne PKK ye, dewleta AKP`ê ye, lewra şerê ku tevgera me birêve dibe şerê xwe parastin û berevanîkirinê ye.

Li gor amarek ya Hêzên Parstina Gel (H.P.G)  di heyva Gulan ya borî de 105 serbazên Tirk hatine kuştin û 63 serbazên din jî birîndar bûne.

Her di heyva Gulanê de 24 gerîllayên PKK`ê canên xwe ji dest dane. Kurdî: Xendan

Advertisements