Gallery

Çek danîna PKK’ê xewn e lê..! – D.Dêrikî

Nûçexane / Demhat Dêrikî – 30-35 sal in dewleta Tirkiyê bi hemû dezgeh û saziyên xwe ve siyaseteke şaş li dijî PKK’ê dide meşandin. Hikûmetên Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê, MÎT’a Tirkiyê û bi dehan general û siyasetmedarên hatîn û çûyîn di çareserkirina pirsa Kurdî de ew çend şaşitî kirine gelek cara berê welatê Tirkî dane qeyraneke aborî û siyasî.

Her di nava van 30-35 salan de ji bilî kûrkirina birîna Tirkiyê kesayetiyek dilwêrek derneketiye holê ku vê birînê bi nêrîn û şêwazeke cidî derman bike û pirsa Kurdî li ser bingeha dayîna mafê Kurdan çareser bike. Di nava van 30-35 salan de bi hezaran kes ji her du aliyan hatin kuştin, bi deh hezaran xelkê Kurd ji gundên xwe hatin koçber kirin, gund hatin şewitandin û wêrankirin, bi dehan siyasetmedarên Kurd (yek ji wan Apê Mûsa Enter e) ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Heta niha hestiyên zarokên Kurdan ku malbatên wan nizanîbû li kû ne ji binê erdê derdikevin.

Di vê dozê de bi deh hezaran malbatên Kurd zarokên xwe kirine cangorî!

Gelo çek danîna PKK’ê wisa hesane?

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay di hevdîtina kanala CNN Turk ligel pêk anî de radibe û dibêje ku ‘ji bo çek danîna PKK’ê em gihiştina asta biryarê’ û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî ji heman kanalê re axivitina Beşîr Atalay piştrast dike û dibêje ku ‘axivitinên Beşîr Atalay rastin.’

Bê guman, Atalay balê dikişîne ser hevdtinên sêalî û dibêje ku ‘her ji destpêkê were Emerîka, Tirkiyê û Herêma Kurdistanê di nava van hevdîtinan de ye’ û bi taybet balê dikişîne ser Herêma Kurdistanê weku bide diyarkirin ’em ligel Herêma Kurdistanê levhatine ku berî Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne divê pirsa PKK’ê çareser bike’ û her girêdayî vê mijarê çapemeniya Tirkiyê di nûçeyên xwe de belav dike ku ‘di nava 9 mehan de îstîxbarata Kurdistanê Parastin 16 caran ligel Qendîl hevdîtin pêk anîne.’ Ango peyamek wisa derdikeve holê ku ‘ji bo çek danîna PKK’ê di navbera Herêma Kurdistanê û Qendîl de hevdîtin berdewam in.’

Lê nêrîna Herêma Kurdistanê der barê vê mijarê de aşkereye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê di hemû axivitinên xwe de ‘rêya aştî û diyalogê destnîşan kiriye’, herî dawî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya dawî de a li Tirkiyê, dubare diyarkir ku ‘çareserkirina pirsa Kurdî aştî û diyaloge.’

Lê ji aliyekî din ve Atalay balê dikişîne ser pirsa Kurdî û dibêje ku ‘der barê vê pirsê de dê Serokwezîrê Tirkiyê daxuyaniyên liber çav bike’, lê Atalay behsa gurkirina şer û operasyonan nake, gelo mebesta Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirkiyê ‘PKK’ê radest bigire, Kurdan bîne beramber hev?’ ev xewn e!

Kurd jî têra xwe fêrî siyasetê bûne, dizanin di kîjan rewş de û li gor mercan nêrînên xwe bêjin, biryarên xwe wergirin, ango divê êdî dewleta Tirkiyê vê baş bizane û tim li ber çavê xwe bigire; Kurd ne ew Kurdên berê ne. Ê ‘birêz’ Beşîr Atalay tu qet fêrnebûyî ku çek danîna PKK’ê xewn e!?

Lê, dibe çima nabe, PKK’ê amadeye çekan deyne, lê beramber çi?

Te xwe amade kiriye daxwazên PKK’ê bi cih bîne?

Te xwe amade kiriye di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de mafên Kurdan bide?

Ez jî bawerim, çi dema mafên Kurdên bakur di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li ser mêza diyalog û lihevkirinê hat dayîn, li ser bingeha van mafan destûra bingihîn ji nûve hat nivîsandin dê PKK’ê çekan deyne, ji çiya bê xwar, ma PKK’ê piştî gav ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bên avêtin dîne li serê wan çiyan bimîne?

Lê, ji bilî vê rêyê çek danîna PKK’ê xewn e!

Ji rûpela nivîskar ya ser Facebook’ê

11/6/2012

Advertisements