Gallery

Ji Civîna Hewlêrê: H.Kurdistan, Sedr û Iraqîye dixwazin Malikî here

Nûçexane – Di cîvîna ku doh li Hewlêrê pêk hat de her sê aliyan (Hevpeymaniya Kurdistanî, Êraqiye, Şepola Sedrî) li ser hewildana jinavbirina Serokwezîrê Iraqê li hev kirin.

Li Hewlêrê her sê alî, Hevpeymaniya kurdistanî û Êraqiyê û Şepola Sedrî bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê civiyan.

Di civîna ku taybet bi gotûbêjkirina guherînên pêwîst ji bo standina baweriyê li hikûmeta Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî de bû, biryar hat standin ku li gor mîkanîzmên desturî ewê berdewambin bo jinavbirina Malikî ji postê wî.

Her weha biryar hat girtin ku ewê bi nameyekê arasteyî Serokkomar Êraqê bikin û tê de tekez li ser vê yekê bê kirin ku ew îmzeyên parlemanteran bo standina baweriyê ji Malikî rastin û li gor desturê jî hejmara wan temam e.

Di civînê de biryar hatiye girtin ku ji bo posta Serokwezîriyê li şûna Malikî her ji lîsta Hevpeymaniya Niştimanî ya Şî`eyan bê tejîkirina. Xendan

Advertisements