Gallery

Li Colemêrg û Bazîdê zêdetîrî 25 kesan hatin binçavkirin

Nûçexane – Di serdegirtinên Colemêrg û navçeya Bazîdê ya Agiriyê de di nav de Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Hamza Gunduz û Wekîlê Şaredarê Bazîdê Alî Sogut jî hene, nêzî 25 kesî hatin binçavkirin.

Yekîneyên polîsan şevê din li Colemêrgê saet di 03.00’an de li gelek taxan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînan Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Colemêrgê Hamza Gunduz, Rêveberê MEYA-DER’ê Kamîl Yaşar, endamên BDP’ê Şukru Taşma û Hekîm Kaya jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna li mala Rojnameger Gunduz de arşîv, komputer û nişeyên nûçeyan hatin desteserkirin. 16 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.

Wekîlê Şaredarê Bazîdê hate binçavkirin

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û herî kêm 12 kes binçavkirin. Nûnerên TUHAD-DER’ê Ahmet Kaya, Fatma Oral, Bîşar Ekrem, Wekîlê Şaredarê Bazîdê Alî Sogut, endamên Meclîsa Şaredariya Bazîdê Îbrahîm Demîrden, Reşît Saruhan, Xebatkarê Şaredariya Bazîdê Yusuf Sogut, Yusuf Akkuş, Fîgen Can, Yakup Guven, Resul Keskîn û Îmam Resul Înak hatin binçavkirin. Li navçeyê operasyon berdewam dike û li bendê ne ku hejmara binçavkirina zêde bibe. DÎHA-Rûdaw

Advertisements