Gallery

Nivîskarê Taraf’ê A.Fikrî Işik ji ber firarkirina leşkerîyê hate desteserkirin

Nûçexane –  Nivîskarê Rojnameya Taraf’ê yê sporê û rexnegirê edebîyata Kurdî Alî Fikrî Işık, li Diyarbekirê Otêla ku lê dima ji alîyê polêsan ve hate desteserkirin.

Hat ragihandin ku, Işık pêr li Diyarbekirê ji ber neçûna leşkerîyê hatiye desteserkirin. Alî Fikrî Işık ku piştî derbeya 12’ê Îlonê 1982 ji girtîgehê derketiye wezîfeya welatîbûna dewleta Tirkiyê ya leşkerîyê bi cih ne anî bû.

Sedema girtina Işık firara ji leşkerîyê ye ku heta niha serî lê nedaye.

Advertisements