Gallery

Barzanî: Wê gelê Kurd neçar be ku serî li rêyeke din bide

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinek ligel nûnerê taybet ê sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) de got: “Wê gelê Kurdistanê neçar bibe ku serî li rêyekî din bide.”

Îro nûnerê taybet ê sekreterê NY’î yê li Iraqê Martin Kupler gihişt Hewlêrê û li Selahedîn ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Di civînê de guhertinên siyasî yên li Iraqê, bandora wan a li ser proseya siyasî û siberoja welat guftûgo hatin kirin.

Mesûd Barzanî bal kişand ser hevdîtinên berdewam ên ligel aliyên siyasî yên beşdarî civînên Hewlêr û Necefê yên ji bo derxistina nokokiyên ku Iraq li rastê hatî û piştgiriya xwe ya temam ji bo hêzên Iraqî yên ku dixwazin pêşî li dîktatoriyê bigrin, nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Ger ew hêz bi vê rewşa niha ya Iraqê razî bûn, wê demê gelê Kurdistanê wê neçar bibe serî li rêyekî din bide.”

Nûnerê NY’î Martin Kupler jî amadebûna NY’î ya ji bo piştgiriya Iraqê bike ku ji vê rewşa niha derbarz bibe nîşan da. Rûdaw

Advertisements