Gallery

Dadgehê ji parastina bi kurdî re 9 ji ya tirkî re 6 sal ceza birî!

Nûçexane – Li Edeneyê xwendekara zanîngehê Ozcan Aydogan ku di meha Sibatê de hatibû binçavkirin û girtin, di doza ku bi sûcdarkirina “endamê rêxistinê ye” di hat darezandin, dema ku parastina xwe bi Kurdî kir, dadgehê daxistin nekir û 9 sal cezayê girtîgehê lê birî. Her wiha, ji Bedîrhan Korkmazê ku ji heman dozê parastina xwe bi Tirkî kir, daxistin jêre pêk anî û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî.


Xwendekara pola dawî ya Beşa Avadanî (înşeat) y Zanîngeha Dîcleyê Ozcan Aydogan (23) ku di 21’ê Sibata 2012’an li Edeneyê bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin û girtin, ji doza ku 15 sal ji Aydogan re dihatin xwestin rûniştina dawî li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê pêk hat.

Xwendekar Ozcan Aydogan ku di rûniştinê de parastina xwe bi Kurdî kir û îfadeya wê weke “bi zimanekî nayê fêmkirin axivî” kete girtekan. Diwana dadgehê ji ber ku Kurdî axivî daxistin nekir û 9 sal cezayê girtîgehê lê birî. Bedîrhan Korkmazê ku ji heman dosyayê dihat darezandin ji ber ku parastina xwe bi Tirkî kir, daxistin jêre pêk anî, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Parêzerê Aydogan, Abdulselam Dûran bilêv kir ku, muwekîla wî ji ber ku parastina xwe bi Kurdî kir ji daxistinê sûd nedîtiye û diyar kir ku, ji endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 mehan tê cezakirin.

Dûran destnîşan kir ku, biryara hatiye dayîn têkiliya xwe bi hiqûqê re tuneye, muwekîla wî di dadgehê de ti bêhurmetî nekirine, li hember dîwana dadgehê helwestek nerênî nîşan nedaye. Dûran got; “Pêwîst bû ji mafê daxistinê sûd wergirtiba, lê belê daxistin jêre nekirin.”

Dûran aşkera kir ku, muwekîla wî xwendekar e û pêwîste serbest were berdan, her wiha Dûran anî ziman ku ew dê biryarê bibin temyîzê. ANF Kurdî

Advertisements