Gallery

Gelo PDK û YNK li ser Malîkî bi hev dikevin?

Nûçexane – Berdevkê fermî bi navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Cundiyanî bi daxuyaniyekê ji Xendanê re got: Wek YNK`ê bi fermî emê bersiva daxuyaniyên berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Cefer Êminkî bidin.

Berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Cefer Êminkî di daxuyaniyekê li hejmara îro ya rojnameya Rudawê de ragehandiye ku: “PDK`ê ji ne pejirandina Serokkomarê Êraqê li ser şandina daxwaznameya standina baweriyê ji Malikî bo parlemanê nîgerane.”

Êminkî aşkira kiriye û gotiye: “Em bi helwesta Mam Celal û beyannameya wî veciniqîn.”

Ji aliyê xwe li ser ew daxuyaniya berdevkê Partî, peyvdarê fermî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Cundiyanî ji Xendanê re ragehand û got: “Ewê wek YNK`ê  bi awayekî fermî bersiva Partiya Demokrat ya Kurdistanê bidin.”

Cundiyanî got: “Ji destpêka qeyranê ve, helwesta Serokkomar aşkira bû, erk û berpirsyartiyên Serokkomar yên desturî hene, li hemû civînan de jî behsa vê yekê hatiye kirin, bi taybet em digel Serok Barzanî rêkeftine ku rêzdar Mam Celal li gor berpirsyartiya desturê divê bê alî be.”

Cundiyanî berdewam kir û got: “Em wateya hevpeymaniyê baş dizanin û em alîgirê hevpeymaniyê ne û li ser pirsên giring û çarenûsaz em pêkve rawêjî bikin û bighên biryarê.”

Azad Cundiyanî mesela îmzeyên parlemanteran û şandina wan bo parlemana Êraqê aşkira kir û got: “Hejmara ew parlemanterên Êraqê ku îmze li ser standina baweriyê ji Malikî kirine 157 îmze bûn, tevî îmzeyên 11`e parlemanterên YNK`ê û ev rêjeye ne di wê astê de ye ku standina baweriyê ji serokwezîr misoger bikê de be.”

Her weha Cundiyanî di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Me berya niha ragehandibû ku, rêzdar Serokkomar nameya xwe bi îmze spartiye rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê û tê de hatiye eger rêjeya îmzeyan di asta yasayî de be bila digel nameya wî bişînin parlemanê û karê pêwîst bê kirin.” Xendan.org

Advertisements