Gallery

Konferansa Bazirganî ya Projeyên Kurdistanê li dar ket

Nûçexane – Cara ewil li Kurdistanê ji bo danasîna berhemdanînê û projeyên aborî konferanseke ku, nûnerên 120 kompanîyên li herêmê kar dikin hate lidarxistin. Konferans bi alîkarîya Walîtiya Hewlêrê ji alîyê fermangeha têkiliyên derve ya hikumeta herêma Kurdistanê û rêxistina Rojhilata Navîn ya pêşdebirina bazirganiyê (MEED) ve hate amade kirin,

Di konferansa ku doh li Hewlêrê hat sazkirin de berpirsê Têkilîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistan Felah Mistefa, Walîyê Hewlêrê Newzad Hadî, rêvebirê konseya berhamanînê Newroz Mewlud, nûnerên wezareta pilandananê, wezareta şaredarî û tûrîzmê, wezareta samanên xwezayî û nûnerên zêdetir ji 120 kompaniyên biyanî ji Ewropa û Rojhilta Navîn beşdarî li konfrensa projeyên herêma Kurdistanê kirin. Armanca vê konferansa ku bi awayê navnetewî beşdarî lê hat kirin ew e ku, Herêma Kurdistanê bi derdorên bazirganî re bê nasandin û projeyên mezin li Kurdistanê werin danîn e.

Advertisements