Gallery

Serokê MHP’ê Bahçelî: Gelo Ocalan li Îmraliyê ye bersiva vê bidin!

Nûçexane – Serokê Partîya Tevgera Nijadparêz ya Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, li ser hevdîtinên AKP û CHP’ê yên li ser çareserkirina pirsa PKK’ê û gotinên Serkowezîr Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû, ‘Di îdam nekirina Ocalan de îmzeya Bahçelî heye’ axivî. Bahçelî, pêşnîyara CHP’ê ya ku xwestibû MHP jî beşdarî çareserîyê bike wek bê nezaketî nirxand û bal kişand ser bêdengîya girtîgeha Îmraliyê ku Serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan lê dimîne.

‘Ji Erdogan dipirsim gelo li wir e?’

Devlet Bahçelî li ser van babetan ji komek rojnamevanên tirk re axivî û got, ‘Gelo Abdûllah Ocalan li Îmraliyê ye? Hun çi dibêjin, kesek dengê wî nabihîze. Heke îro li ser pirsa bi navê kurd de hikumet û mixalefet hatibe ba hev û dixwazin li ser vê babetê hin ceribandinan bikin naxwe ev tên çi wateyê? Komisyona lihevkirina giştî, bi ser de jî koma mirovên aqilmend. Yê ku berê ev fikir avêtine holê Ocalan e, niha çima bêdeng dimîne? Gelo ji van bûyînan bê hay e, yan jî ew ne li Îmraliyê ye? Piştî ewqas bêdengîyê ev pirs tê bîra min. Ez vê jî ji Recep Tayyîp Erdogan dipirsim. Gelo li wir e?’

Advertisements