Gallery

2 partîyên Îslamî tên damezirandin

Nûçexane – Li bakurê Kurdistanê ji bo damezirandina du partiyên kurdî yên Îslamî hewldan hene. Ligel hewldanên rêxistina Azadî yên ji bo partîbûnê, tê gotin ku Mustazaf-Der jî ji bo damezirandina partiyekî nû ketiye nava hewldanan.

Ji bo avakirina Tevgera Azadî roja 2 û 3ê gulanê civîneke berfireh li Amedê pêk hat. Di civînê de ji başurê Kurdistanê jî beşdarbûn çêbûn. Parêzer Sidki Zîlan pêşengtiya İnsiyatîfa Azadî dike. Li gor rojnameya Milliyet a Tirkiyê, parlamenterê BDPê yê Amedê Altan Tan, ji nivîskarên îslamî Yavuz Delal, parêzer û serokê Mazlum-Der a Rihayê Şêxmûs Ulek jî beşdarî civînê bûn. Zilan ji Milliyetê re got: “Me di bingehê Kurdistanê de rêxistinek wekî bernameya İnsiyatîfa Azadî avakir. Ev bername hat pejirandin û 116 kes bûn damezirînerê wê. Di tevgera me de hemû mêlên Kurdistanê hene. Ji ber pêşniyara me ya edalet û azadiyê, navê ‘Azadî’ guncaw hat dîtin.”

Rêveberên Mustazaf-Derê jî ji bo avakirina tevgerekê dest bi hewldanan kirin û ji bo piştre jî ber bi partîbûnê ve biçin dest bi hewldanên siyasî kirin. Serokê Mustazaf-Derê Huseyîn Yilmaz dibêje: “Emê bikevin nava pêkhatinekî siyasî û emê beşdarî siyasetê bibin. Ev wê bibe partî yan jî wekî tevgerekî siyasî berdewam bike, guftûgoyên me yên ligel aliyên cûda berdewam dikin.” Yilmaz diyar kir ku ji ber pirştgirî nedane AKPê, şaredariyên Sêrt, Batman û hinek herêman windakirine.

Mustazaf Der, ku wekî berdewama Hîzbullahê tê bi nav kirin, li herêmê xwediyê 20 şaxan e û piştî girtina Komeleyên Mustazê ya ji aliyê  dadgehê ve, ber bi siyasî ve dest bi tevgerkirinê kirin. Serokê Mustazaf-Der a hatî girtin, Huseyîn Yilmaz diyar kir ku piştî girtina komeleyên wan, mêlek ji bo tevgerkirinekî siyasî derketiye. Yilmaz got: “Em tenê xebatên komeleyê nakin û emê beşdarî siyasetê bibin. Piştî civata giştî wê biryara ber bi partîbûnê ve bê nirxandin.”

Rûdawê hewl da ku xwe bigihîne serokê Mustazaf-Derê Huseyîn Yilmaz, lê peywendî nehat girêdan. Herwiha li gor zanyariyên ji Amedê gihane Rûdawê, di nava komeleyên Mustazaf-Derê de ji bo partîbûnê guftûgo û danûstandin berdewam dikin. Ji bo vê yekê jî niha berpirsên wê komeleyê naxwazin derbarê biryara ji bo partîbûnê de ti daxuyaniyan bidin. Rûdaw

Advertisements