Gallery

Demirtaş rexne kir, Çelîk piştgirî da Leyla Zana

Nûçexane – Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş derbarê gotinên Leyla Zana yên derheqê serokwezîrê Tirkiyê Tayîp Erdogan de got: “Her kî ji Serokezîr bi hêvî be, ev yek safitî ye, weke AKP’ê dihizire.” Cîgirê serokê AKPê Çelîk jî got: “Nêzîkatiyeke ji bo kartêkirina çareseriyê.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya serdanên xwe yên li Colemêrgê de bersiva daxuyaniyên parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana yên derbarê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da û got: “Di dîroka komarê de ya ku herî zêde asîmlasyona binkol bi kar tîne AKP ye. Weke nermikê (ava) li binê kayê, komkujî pêk aniye, qirkirina siyasî pêk aniye û hema bêje pirsgirêka Kurd sedsalan ber bi paş ve biriye.” Demîrtaş diyar kir ku hikûmetên beriya AKP’ê ji wê merdtir bûn û got ku bi awayeke eşkere şer dikirin.

Demîrtaş diyar kir ku hêvîkirina ji Erdogan safîtiye û got: “Tu yê piştî vê yekê rabî bêjî ez ê vê pirsgirêkê çaresrer bikim. Her kî ji Serokezîr bi hêvî be, ev yek safitî ye, weke AKP’ê dihizire.”

Cîgirê serokê giştî yê AKPê Huseyîn Çelik jî derbarê gotinên Leyla Zana de got: “Nêzîkatiyeke ji bo kartêkirina çareseriyê.” Rûdaw

Advertisements