Gallery

ENKS û ERGK ya Kurdên Sûrî li Hewlêrê li hev kirin

Nûçexane – Li paytexta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya serokê nûsîngeha peywendiyên giştî li dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, civîneke hevbeş di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûrî (ENKS) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) encam da.

Debarê vê civîna ku roja duşema çûyî pêk hat de,  beyannameyek hatiye belavkirin ku wêneyek gihîştiye destê Xendanê tê de hatiye ku, kombûn bi serpereştiya nûnerê serokayetiya Herêmê Hemîd Derbendî û ji aliyê ENKS her yek ji Hemîd Hac Derwîş, Ebdulhekîm Beşar û Mihemed Muse amadebûn û ji aliyê EGRK jî her yek ji Ebdulselam Ehmed, Sînem Mihemed, Cîhan Mihemed, Mihemed Reşo û Husên Koçer amadebûn.

Di civînê de li ser gelek babetên siyasî û kêşeyên ku li pêşiya kar û xebata tevgera Kurd dibe asteng hatin gotûbêj kirin û di dawiya civînê de li ser van xalan hat lihevkirin:

1-    Komîteyek bilind ji her du encumenan bê avakirin.

2-    Avakirina komîteyek rêxistinî bo birêvebirina karên hevbeş li hemû navçeyan.

3-    Avakirina komîteyên şaxan li navçeyan.

4-    Rawestandina hemû ragehandinên dijî hev.

5-    Rawestandin hemû karên çekdarî li hemû navçeyan.

6-    Avakirina komîteyên bê çek yên parastinê yên hevbeş.

7-    Avakirina komîteyekê bo çareserkirina kêşeyên ku rû bidin û di nav de çareserkirina kêşeyên civakî.

Li gor zanyariyên ku gihîştine destê Xendanê, di demeke nêzîk de wê li bajarê Qamişloyê jî her du alî bên ba hev bo cîbicîkirina vê peymanê. Xendan

Advertisements