Gallery

Li Amedê dîroka barkêşîyê: Hêştir, Fayton, Ker…

Nûçexane – Di salên 1900’an de weke li hemû cîhanê, li Amedê jî li gel hatina wesayîtên bi motor, hemû amûr û rêbazên hilgirtinê, yek bi yek ji holê rabûn. Wesayîta herî dawî ya hilbirtinê ya ji bo hilgirtina xîzê dihat bikaranîn ‘Kerajo’ û faytonvan di salên 1980’yan de jî ji nava jiyana bajêr rabûn.

Gelek malbat bi karê ku dikirin dihatin bîranîn, “Fayonvan”, “Hêştirvan”, “Kerajo”…

Di serê salên 1900’an de wekî hemû cîhanê li Amedê jî ev rêbaz yekane amûra veguhestin û barkêşandinê bû.

Kerajo herî dawî ji bo kişandina xîzê dihatin bikaranîn. He wiha di faytonan de ji bo mirovan bibin û bînin dihatin bikaranî lê di salên 1980’yan de ji jiyana bajarvaniyê derketin.

Li Amedê di barkêşî û veguhestina mirovahiyê de pîşeya yekemîn hêştirvaniye. Hêştirvanî heta çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn berdewam kiriye û di mehan demê de di civakê de jî îtîibareke mezin didît. Keran, hêstiran, hêştiran û hespan bajar bi bajar, heta sînor bi sînor yanî welat bi welat rêwî dibirin û barkêşiya amûrên bazarganî dikir.

Li Amedê di roja meya îro de ‘ malbata hêştirvanan’ ji berk u pîşeya hêştirvahiyê hê jî hene. Xala Dînan, Xana Hesen Paşa, Suluklî Xanê cihên ku herî zêde ku ev pîşe dikirin bû.

Pîşeya koma duyemîn jî wekî hespajoyê tê îfadekirin. Çimkî ji ber karê xwe û faytona ku hesp dikişînin hatibûn bi navkirin. Lê komên pîşeyî yên ku hespê wekî amûrê bi kar tînin li gorî karê xwe hespê bi kar tînin. Ji ber karê xwe neçar bûn ku li hespê siwar bibin û hespê bi kar bînin.

Hêstir bi taybetî di şert û mercên dijwar de gelek bi hêz in û ji ber vê jî kesên ku hêstir bikar dianîn, ji wan hêstirvan dihate gotin.

Li Amedê ev komên pîşeyî yê li gorî sewalan dihatin bi navkirin, bi teşegirtina jiyana modern re hêdî hêdî ji holê rabûn. Wekê despêka wan ji holê rabûna wan jî yek bi yek pêk hat. Li gorî vê ewil hêjtirvan, xwediyên hesp û hestiran ji wenda bûn.

Piştî re kerajovan, heta salên 1985’an jî li kolanan bû lê piştre ew jî yek bi yek wenda bûn.

Hêştirvan û xwedîkerên hespan bi derketina wesayîtên bi motor ji dika dîrokê paqij bûn. Bi taybetî jî hestirvan heta çaryeka dawî ya sedsalê jî li Suriye, Iraq û Îranê ji bo barkêşiyê hatiye bikaranîn.

Piştî ku rêwitiya dirêj bi kamyonan hate kirin, hêştir li Nava Sûrê ji bo barkêşiya dîngên genim hate bikaranîn. Piştî vê taksî zêde bûn, dîsa bi hespan hatin kirin. Piştî ku komir hate bikaranîn hestir hatin bikaranîn. Herî dawî traktor derketin û rê hatin çêkirin ji bo keran tiştek nemabû.

Fayton jî ku ji bo veguhestina mirovan dihat bikaranîn di serê salên 1980’yî de bi zêdebûna minibûs û teqsiyan her ku çû eleqeya ji bo wê kêm bû. Di serê salên 90’an de ev pîşe bi giştî tune bû.

Her çiqas bê gotin Fayton di nava kolanên bajar de nexweşan dibin û tînin jî rêwî dibirin û dianîn. Piştî wendabûna faytonan barkêşiya bi keran dihat kirin jî heta 25 sal berê jî çêtir dihat dîtin. Di heman demê de ker ji bo gelaşa şaredariyê bibe dihat bikaranîn û her wiha ji bo barên din yên wekî xîz, tuxle û kişandina zebeşên Amedê dihat bikaranîn. Her wiha mêwe û fêkiyên baxçeyên Hewselê jî dibirin bazarê. Ajokarên kerê ji dema osmaniya heta niha pîşeyeke navdar bû. ji ber beriya komarê deriyên kelehê ya Amedê ji serê sibê de dihatin vekirin. Kesên dihatin bajar, dihatin qebûlkirin.

Kerajovan bi taybetî di deriyên Mêrdînî Ermenî, deriyê Qesrê Cihû, deriyê Rihayê Suryanî, Deriyê Çiyê (Mizgefta Mezin, Melîk Ahmet Pşa, Îskender Paşa diketin bajar. Nivîskar Ramazan Ergîn di makaleya xwe ya der barê van pîşeyan de wiha dibêje;

-Barkêşên xîzê

-Barkêşên qaşilê zebeş-kundiran,

-Barkêşên arê aşan,

-Barkêşên bêderên tûxlayê,

-Barkêşên gelaşê,

-Barkêşên daran,

-Barkêşên bar û avê

Hêştirvan, faytonvan, hêztirvan, kerajo, bi sedan sal li Amedê bi hilgirtina bar û mirovan mora xwe li çanda Amedê dan.

Piştî pêşketina tekonolijiyê û derketina wesayîtên bi motor, êdî tunebûna van wesayîtên hilgirtinê hêdî hêdî dest pê kir, heta 20-30 beriya niha êdî ketin nava rûpelên dîrokê.

Êdî ne hêştirvan, hêstirvan, ne kerajo û ne faytonên ku mirovan hildgirtin neman. ANF Kurdî

Advertisements