Gallery

AMED GOÇ-DER: Tirkiye bi bendavan kurdan mecburî koçberîyê dike

Nûçexane – Komeleya Piştgîrî û Alîkarîya Koçberan a Amedê dibêje, ku hukûmeta Turkiyeyê li ser siyaseta xwe bo valakirina deverên bakûrê Kuridstanê û cih û warên Kurdan berdewam e. Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkarîya Koçberan a Amedê (Amed Goç-Der) Vecîh Aydogan di evê bareyê de radigihîne, ku koçberîya bi darê zorê êdî di şûna valakirin û şewitandina gundan de, bi çêkirina bendavan didome.

Komeleya Piştgirî û Alîkarîya Koçberan , Heftîya Koçberiyê bi dirûşma “Koçberî trajedî ye, em naxwazin di evê trajediyê de bijîn” pêşwazî dike. Serokê komeleyê Vecîh Aydogan, li avahîya komeleyê civîneke çapamenîyê çêkir. Aydogan di evê kongireya rojnamevanî (çapemenîyê) de, bal kişande ser ewê çendê ku heta niha 4 hezar gundên kurdan hatine şewitandin û valakirin û 3 milyon kurd jî hatine koçberkirin. Aydogan herwisa da xuyakirin,  ku ev demeke êdî gundên kurdan nayên şewitandin, belê ji ber çêkirina bendavan bi deh hezaran kurd neçar dimînin cih û warên xwe biterikînin.

Serokê komeleya piştgîrî û alîkarîya Koçberan (awareyan) Vecîh Aydogan, di berdemîya axavtinên xwe de weha jî ragihand, ku tenê ji ber çêkirina Bendava Ilisuyê û ji holê rakirina cih û warên dîrokî yê Heskîfê 70 hezar kes ji Kurdan neçar dimînin ewê herêmê vala bikin.

Aydogan basa operasionên leşekerî yên artêşa Turkiyeyê li deverên bakûrê Kuridtsanê jî dike û dibêje, ku ji ber opearsyonên leşkerî û qedexekirina zozanan, ew ditirsin careke din koçberî dest pê bike û xwest ev pêkanîn demildest bi dawî bibin. Aydogan, banga li “qedexeya li ser herêman rakin” li rayedaran kir.

Hêjayî gotinê ye di nava 30 salên dawî de bi milyonan kurd ji cih û warên xwe bûn û neçar man berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Aydin û gelek bajarên din. Li gorî hin lêkolînvanan ji ber koçberiyê hejmara kurdên li bajarên Turkiyeyê dijîn, ji hejmara kurdên li bajarên kurdan dijîn zêdetir e. Lewre Istanbul weke bajarê herî mezin ê kurdan tê binavkirin. PNA

Advertisements