Gallery

Herêma Kurdistanê beşdarî li civîna OPEC’ê kir

Nûçexane – Berpirsê pêwendiyên derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li Viyanayê, paytexta Austriyayê, beşdarî pêncemîn civîna welatên endamên rêxistina OPEC’ê kir.

Civîn bi serokatiya Ebdulkerîm Luêbî wezîrê patrola Îraqê û biamadebûna serokê Austirayayê Heinz Fischer, hijmareke wezîrên patrolê ji welatên endam di rêxistina OPEC de û pisopr û şarezayên warê patrolê, hat saz kirin.
Di civînê de, wezîrê patrola Îraqê gotarek pêşkeş kir û got ku, gelek guhartinên mezin bi ser bazarê patrolê li cîhanê çêbûne û wan guhertinan tesîreke dîrekt bi bilindbûn û nizimbûna buhayê patrolê li cîhanê heye.

Wezîrê patrolê yê Îraqê got:

– Rêxistina OPEC li ser xebatên xwe ji bona parastina berjewendiyên welatên xwedî patrol berdewam e. Di heman demê de dê OPEC zêdetir giringiyê bi çalaktirkirina diyalogê navbera welatên xwedî patrol û welatên bikirên patrolê de bide. Dive her du alî, dewletên patrolê berhetînin û dewletên patrolê dikirin, ji bona dîtina mekanîzmekê ku bi hevre kar bikin û berhingarî astebgî û kelemîn rastî pîşesaziya patrolê tên bixebitin.

Heinz Fischer serokê Austiryayê jî di civîna OPEC de peyvek pêşkeşê kir û rola rêxistina OPEC di bazarê neftê yê cîhanî de bilind nirxand û ji bona ragirtina buhayê patrolê li bazarên cîhanê ku, wê tesîreke mezin li ser aboriya cîhanê ye, tekîd li ser berdewamiya diyaloga navbera dewletên berhemîner û dewletên bikirên patrolê de kir.

Rêxistina OPEC her du salan carekê civîna xwe saz dike û sazkirina civînên OPEC yek ji bûyerên giringin li cîhanê rewşa enerjî û patrolê û bi tyabeyî rêjeya firotinê û buyahê neftê tê destnîşan kirin. Jêder: KRG

Advertisements