Gallery

BDP: Bûyera li girtîgeha Rihayê qewimî hovîtiyeke zelal e

Nûçexane – BDP’ê têkildarî wehşeta li Girtîgeha Rihayê pêk hate peyamek weşand û diyar kir ku, ya li Girtîgeha Rihayê pêk hat wehşeteke zelale. Di peyamê de hate diyarkirin ku, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak û parlementerên BDP’ê ji bo ku li girtîgehê lêkolînan bikin ber bi Rihayê ve derketin rê.

Navenda Giştî ya BDP’ê, ji bo 13 girtiyên li Girtîgeha Rihayê di şewata bi armanca şermezarkirina rêveberiya girtîgehê pêk hate de jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate destnîşankirin ku bûyer wehşete zelale û wiha hate gotin: “Vê bûyerê, pirsgirêkên girtîgehan yên tecrîd, tenduristî, girtina dem dirêje û pirsgirêkên din yên dijmirovahî, çareke din raxist ber çavan.” Di peyamê de hate bilêvkirin ku divê demildest hikûmet pirsgirêkên girtîgehan bigire dest û ji bo çareseriyê hewildanan pêk bîne û wiha hate destnîşankirin: “Divê di demeke lezgîn de çareseriyeke adîl pêk bê.

Di serî de malbatên girtiyan û hemû derdorên demokratîk li benda vê yekê ne. Divê wehşata li Rihayê pêk hat demildest bê lêkolînkirin û bê zelalkirin. Ligel vê yekê kesên bûne sedema vê wehşetê bên dîtin. Em careke din sersaxiyê li malbatên bi êş didin. Em weke BDP dê vê bûyerê her tim bişopînin.”
Kurdî: ANF

Advertisements