Gallery

Erdogan: Amade me bi Zana re bicivim

Nûçexane – Li gor nûçeyek ya rojnameya Sebah ,serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan derbarê gotinên parlamentera serbixwe ya bajarê Amedê Leyla Zana ya wekî ‘Ez bi hêvime ku Erdoxan dikare vê pirsa Kurd çareser bike û dikarim digel Erdoxan bicivim ’ Erdoxan aşkere  kir ku, eger ji bo hevdîtinê sozek were girtin, ez ji bo hevdîtinê amade me.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan beriya çûna bo welatê Meksîka, li firokexaneya navneteweyî ya Esenboga daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdoxan derbarê gotinên parlamentera kurd Leyla Zana de got: “Zana daxwaza gotûbêjan ji min ne kiriye, Lê eger wekî parlamenterekî daxwazeke bi vî awayî bike, ez jê narevim.

Ez vekirî dibêjim, hêvîdarim ku, gotinên Zana encama ezmûnên wê yên dûr û dirêj yên di nava siyasetê de bin.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku, em hêvîdarin ku  BDP çekan ji bîr bike, û di bin banê parlamenê de tekoşîna xwe ya siyasî berdewam bikin. Kurdî: Xendan

Advertisements