Gallery

Karayilan: Bûyera Ferqînê ya kuştina 13 leşkeran sabotekirina aştîyê ye

Nûçexane – Hevpeyvîna rojnamevan û nivîskarê tirk Avnî Ozgurel ya bi serokê KCK’ê Mûrad Karayilan re ev çend rojin di rojevê de deng dide. Li gor Ozgurel Mûrad Karayilan li ser bûyera Ferqînê mikur tê û dibêje; dibe ku ev bûyer ji alîyê hin derdorên nav PKK’ê ve hatibe kirin û aştî pê hatibe sabotekirin.

Avnî Ozgurel piştî vê hevpeyvînê pêşbînî dike ku, li ser pirsa kurd ji her demê bêhtir nêzî aştîyê bûne û mînaka beşek ji hevpeyvîna Karayilan dide. Karayilan wek mînak di nav hevpeyvînê de qala bûyera Ferqînê ku li mêjuya 14’ê Tîrmeha 2011’an pêk hatibû û 13 leşkerên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn û piştî vê bûyerê jî rêya çareserîyê hatibû girtin dike. Karayilan cara ewil li ser bûyereke wiha ya PKK’ê mikur tê û vê bûyerê bi gumana sabotekirina aştîyê dinirxîne. Karayilan her wiha balê dikişîne ser ku, dibe hin derdorên nav PKK’ê ev provakasyon pêk anî bin. Nûçexane

Advertisements