Gallery

Mehdî Zana: Leyla ya hêjayî xwe kir

Nûçexane – Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla di hevpeyvînek ligel rojnameya Hurriyetê de gotibû, ‘Ez bawerim ku Erdogan wê vî karî çareser bike.’ Piştî van daxuyaniyan BDP, KCD û KCKê nerazîbûn nîşan da û AKPê jî ew daxuyanî erênî nirxand. Hevserê Zana, Mehdî Zana jî piştgirî da gotinên Zana û got: “Diviya bû hinekan ev kiriba û yên nerazîbûn nîşanî Leyla Zana dan pir ciwan in.”

Piştî daxuyaniyên Leyla Zana, Sevilay Yukselir li Îsveçê ligel hevserê Zana yê 37 salan û bavê 2 zarokan Mehdî Zana hevdîtinek çêkir. Yukselir daxuyaniyên Mehdî Zana di quncika xwe ya rojnameya Sabahê de belav kir.

Leyla Zana derbarê Erdogan de çi gotibû:

Ez bawer dikim wê Erdogan vî karî çareser bike

Mehdî Zana derbarê gotinên Leyla Zana de got: “Diviya bû hinekan ev kiriba. Leyla kir. Ez pir keyfxweşim.”

Mehdî Zana diyar kir ku yên bertek nîşa Zana dane pir ciwan in û wiha pêdeçû: “Tiştek xwezayiye li beramber bertekan bênin ziman. Ji ber ên bertek nîşan dane, hê pir ciwan in. Dema mirov ciwan be, hinekê hez ji şerkirinê dikin. Ger Leyla jî di wî temenî de ban, bawer bikin wê jî wê heman bertek nîşan daba. Dema mirov têgihiştî dibe, hêdî ji bo jiyan û pîşeyê bi awayekî din temaşe dike. Tişta Leyla jiyankirî, dîtî û bedelên dayî, ew têgihandiye. Li gor wê têgihiştinê jî tişta hêjayî xwe kir.”

Hevserê Zana, li ser pirsa gelo ligel we axivî û fikra we wergirt? got: “Belê em axivîn. Em her roj diaxivin. Lê pêwîstiya wê bi fikrê min nîne! Ji ber a di nava gel de ew e. Ew dizane pirsgirêkên wan çine! Ez dikarim çi bêjim? Li vir êş, birçîtî, lêdan û zilm nîne! Ji ber wê yekê ez dikarim çi bêjim.”

Mehdî Zana di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku cihê Leyla cûda ye û li ser pirsa daxuyaniyên Zana wê têkariya çareseriyê bikin? got: “Belê wê çêbike. Ji ber cihê Leyla cûda ye. Ew ji bo kurdan ne keseke ji rêzê ye. Ew çi bêje, dizanin ku ji bo başî û aramiyê dibêje.”

Hevserê Leyla Zana diyar kir ku ger Erdogan bixwaze, dikare pirsê çareser bike û got: “Birêz Erdogan serokekî bi hêze. Li Tirkiyê pêngavên wî ji bo pirsa kurd avêtî, ti serokekî li Tirkiyê ne avêtiye. Lê divê bi biryar berdewam be û bêyî ku paşde gav bavêje. Belkî îro tiştên ew dike ji aliyê hinek kesan ve neyên fêmkirin, lê wê roj bê û wê fêmbikin. Dîrokê serokên wêrek timî li cihekê bi cih kiriye.”

Li ser pirsa qesta te ya ji biryarbûnê çiye, Mehdî got: “Ji xwe Leyla gotiye. Ez jî wisa difikirim. Serokwezîr dizane ji dema avakirina komarê ve mafê gelê kurd tê binpêkirin. Ger ne wisa ba, ma wî dikarî pêngavên dîrokî bavêje? Lê ji ber bertekan paşde gav avêt. Bêyî ku tu Tirkan aciz bikî, ne gengaze tu bikarî kurdan memnûn bikî. İleh wê yek aciz bibe. Yek wê ji bo negihe çareseriyê provakasyonan bike. Ev provakasyon dikare ji herdu aliyan jî çêbibe. Divê ev bilind neyê girtin û di rêya diçe de bimeşe. Encex çareserî dikare bi wî awayî bigihe serkeftinê.”

Hevserê Leyla Zana, Mehdî Zana (75) diyar kir ku ger qedexeya li ser wî rabe dixwaze bê welatê xwe û got: “Ez saniyekê jî ranawestim. Ezê beyî ku li pişt xwe binêrim, ji bo carekî din ne vegerim, bizirim welatê xwe. Ji ber min pir xerîbiya wê kiriye. Belê, ez li vir ne birsî me. Ez êşa bêrîkirinê dikêşim. Xwezî xelas biriba! Xwezî ev bêrîtî ji holê rabûyîban.” Rûdaw

Advertisements