Gallery

Wê Goran budçeyê bi xwepêşandanan protesto bike

Nûçexane – Li bajarê Silêmaniyê dengoya xwenîşandana sertaserî li dijî kêmûkortiyên projeya yasaya budceyê di rojevê de ye, parlemanterekî fraksyona Gorran jî amaje bi wê yekê dike ku fraksyona wan piştevaniya xwenîşandanan dike.

Endamê parlemana Kurdistanê ser bi fraksyona Gorran Ednan Osman ji Xendanê re ragehand û got: “Li gor zanyariyên komek rojnamevan û rêxistinên sivîl bi niyazin eger budceya 2012`an ya Herêma Kurdistanê bi awayê niha li parlemanê hatiye pesendkirin bimîne ewê xwepêşandanên sertaserî encam bide.”

Osman got: “Ew nikare bi navê aliyên din yên opozisyonê biaxive lê wek fraksyona Gorran amadekariyên xwe ji bo xwepêşandanan dike.”

Yekik ji rojnamevanên ku amadekariya xwepêşandanê dikin Ehmed Mîre ji malpera Hawlatî re gotiye: “Belê, raste hewleke weha di holê de ye, her weha ji bo gohgirtin li daxwaziyên me, em neçarin xwepêşandanan destpê bikin.” Xendan

Advertisements