Gallery

AKP: Êrîşa li Colemêrgê qewimî ya destên dizî û bê ehlaq e

Nûçexane – Parlementerê AK Partî yê Amasyayê û Serokê Komisyona Terorê li Meclîsê Nacî Bostanci, li ser şerê navbera leşkeran û gerîlayên PKK’ê yê berê vê sibehê ku li herêma Oramar a navçeya Gever a Colemêrgê piştî êrîşa ser qereqola Yeşîltaş pêk hat û 8  leşkeran jiyana xwe ji dest da axivî û got, ‘Di demeke ku dengê aştî û çareserîyê bilind dibe de, divê raya giştî hêviyê nede vî destê dizî û bê ehlaqî.’ Bostanci her wiha ji medya û raya giştî jî xwest ku, bi bûyerên wiha re neyên tehrîkê.

Advertisements