Gallery

Demîrtaş: Bila hikumet operasyonan PKK jî her cure şerê çekdarî rawestîne

Nûçexane – Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş îro di koma meclîsê ya partîya xwe de rojev nirxand. Demirtaş bang li PKK’ê û hikumetê kir ku şer bê rawestandin.

Demîrtaş di axaftina xwe de li ser êrîşa gerîlayên PKK’ê ya bi ser qereqola Oramar ya li Geverê de de jî axivî û bang li PKK’ê û hikumetê kir ku şer bê rawestandin. Selahattîn Demirtaş li ser vê babetê wiha got: “Divê em aştîyê ji her demê bêhtir biparêzin. Bila PKK dawî li her cure çalakîyên çekdarî bîne. Hikumet jî operasyonan bide rawestandin.”

Advertisements