Gallery

Barzanî beşdarî weşana zindî ya TRT Şeşê bû

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta destpêkirina weşana soranî li TRT Şeşê ji Hewlêrê bi awayekî zindî tevî Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc beşdarî bernameya TRT Şeşê bû.

Serok Barzanî pirsên pêşkeşvanê TRT Şeşê bersivandin û derbarê hewlên ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştîyê jî boçûna xwe anî ziman. Barzanî, gavên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û helwesta dawî ya CHP’ê derheqê çareserkirina kêşeyên bakurê Kurdistanê wek hewlên erênî nirxandin û xwest demildest ji derveyî şer bi rêyên dîyalogê çareyek bê dîtin.

Advertisements