Gallery

SHK: Em bi tundî berdewkirina vî şerî û kuştinan şermezar dikin

Nûçexane – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîa gêrîlayên HPGê ya li herêma Oremarê ku gelek leşkerên Tirkiyê hatine kuştin bi tundî rexne û şermezar kir.

Di daxûyanîyê de wiha tê gotin:

Bi dilgiranî û mixabiniyekî zêde ve me nûçeya şer û pevçûna îro danê sibehê (19.06.12) ya li herêma Colemêrgê çêbûyî bihîst ku wekî di çapemeniyê de hatî gotin hêjmarek kuştî û birîndarên leşkerên Tirkiyê çêbûne.

Em bi tundî berdewamkirina vî şerî û kuştinan şermezar dikin. Em helwesta neguher a di dîroka xwe de dubare dikin û radigihênin ku şiddet û kiryarên çekdarî zererê digihîne hemû aliyan. Herwiha dibe sedemê her hewldanekî aştiyane ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Di dawiyê de em tazî û dilgiraniya xwe pêşkêşî xizmên qurbaniyan dikin û şifayê ji birîndaran re jî dixwazin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

19.06.2012

Advertisements