Gallery

Edhem Barzanî: Ji bo heval û dostê xwe Ocalan daxwaza azadkirinê dikim

Nûçexane – Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê daxwaza azadkirina serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dike.

Edhem Barzanî li ser rûpelê xwe yê Facebookê, Abdullah Ocalan wekî dost û hevalê xwe bi nav dike û daxwaza azadkirina wî dike.

Navbirî li ser wêneyê xwe û Ocalan wiha dinivîse: “Ez daxwaza azadiyê bo heval û dostê xwe kek Abdullah Ocalan dikim. Birayê we Edhem Barzanî.”

Edhem Barzanî bersiva şîroveyek ku dibêje, ‘Ev daxwaza taybet a Edhem Barzanî ye yan dîtina PDKê’ dibêje: “Ez spasiya we hemûyan dikim. Helwesta neteweyî timî li jora her tiştekî din e û  min zerer ji bo vê armancê veqetandiye.”

Ev daxwaza Edhem Barzanî di demekê de ye ku zêdetirî 11 mehin berpirsên Tirkiyê rê nadin ku parêzerên Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê bikin.

Serokê PKKê Abdullah Ocalan zêdetirî 13 sale li girtîgeha Îmraliyê ye. Rûdaw

Advertisements