Gallery

‘Li pey dersên kurdî re divê yaseya terorê jî bê sererastkirin’

Nûçexane – Çavdêrên rojavayî, pêngava azadkirina xwendina bi zimanê kurdî li Tirkiyê ku heftiya borî ji aliyê serokwezîr Receb Teyb Erdogan hat ragihandin, wek pêngaveke girîng dibînin, lê bi baweriya wan jê girîngtir berdewambûn e li ser reformên taybet bi çareserkirina pirsa kurd, wek serastkirina yasaya nehiştina terorê ku ji ber wê hezarên kurdan li girtîgehan in.

Biryara Erdogan ku xwendina zimanê kurdî li dibistanên Tirkiyê azad kir wek tiştekî keyfî, li hundirê Tirkiyê gengeşe dirust kir, siyasetvanên kurd vê insyatîfê rexne dikin û AKPê ya desthilatdar jî ku Erdogan serokayetiya wê dike, wek “pêngaveke dîrokî” wesf dike.

Bi baweriya çavdêrên rojavayî, ew pêngaveke erênî ye û di wê baweriyê de ne jî ku pêwist e Tirkiyê yasaya terorê jî biguhere, da ku rewşa kurdan li Tirkiyê baştir bike, li beramberî vê yekê jî di baweriya wan de divê kurd daxwazên xwe rontir bikin ji bo civaka tirkî.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan heftiya borî ragihand ku ji niha bi şûn de zimanê kurdî li dibistanên Tirkiyê tê xwendin, got jî: “Ji niha ve dikare ders bi zimanê kurdî li dibistanan bên gotin û bi awayekî keyfî bên xwendin, ev pêngaveke dîrokî ye. Bi vî rengî jî welatiyên me ku zimanê wan ê dayikê cuda ye, dikarin zimanê xwe bi pêş bixin.”

Ev biryar di demekê de ye ku bi dirêjiya dîroka komara Tirkiyê axaftin û perwerde bi zimanê kurdî li Tirkiyê qedexe bû, digel ku zêdeyî 20 milyon kurdan li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê dijîn û hinek ji wan tenê zimanê kurdî dizanin. Bi baweriya rêveberê beşê Tirkiyê li grûpa krîzan a navneteweyî `Crisis International Group` Hew Pop, ev insyatîfa Tirkiyê “pir girîng e”, lê jê girîngtir jî ew e Tirkiyê berdewam be li ser reformên taybet bi pirsa kurd.

“Yên ku şîdet nekirine hatine girtin”

Pop ji Rûdawê re ragihand: “Ev biryar karîgeriyeke erênî li ser pirsa kurd li Tirkiyê dike, lê ev insyatîf girîngtir jî dibe ger piştî wê yasaya terorê jî bê guhertin ku ji ber wê hezarên kurdan bi tometa terorê hatine girtin, digel ku ti şîdet jî nekirine.”

Li gor daxuyaniyên Koma Civakên Kurdistanê KCKê, ku navekî din ê rêxistinbûna PKKê ye, dibêje dewleta Tirkiyê di çarçoveya “operasyonên KCKê” de 7 hezar çalakvanên siyasî û sivîl ên kurd û serok û endamên şaredariyên bakurê Kurdistanê girtine.

Bi baweriya çalakvanên kurd li bakurê Kurdistanê azadkirina xwendina bi zimanê kurdî û bi awayekî keyfî ne bes e û karîgeriyeke zêde li ser civakê nake. BDPê ku frakisyoneke wê li parlamentoya Tirkiyê heye, ragihand ku divê xwendina bi zimanê dayikê wek mafekî di destûr de biçespe.

Lê Erdogan ev rexne red kirin û got: “Rêxistina terorîstî (mebesta wî PKKê ye) û alîgirên wê ku heta niha xwestine pêngavên me têk bidin, her ji niha ve dest bi dijayetîkirina vê pêngavê jî kirine.”

“Divê kurd pêşwaziya vê pêngavê bikin”

Bi baweriya lêkolerê siyasî û pisporê karûbarên Tirkiyê li dezgeha lêkolînan a Rand a emerîkî ku bingeha wê ya serekî li Washingtonê ye û yek ji navendên karîger e li ser siyaseta Emerîka, Steven Laribe, divê Tirkiyê kitekitên zêdetir derbarê wê pêngavê eşkere bike: “Divê zaniyariyên zêdetir hebin derbarê şêweya cîbicîkirina wê biryarê û eşkere bike ku kengî cîbicî dike û di dahatû de jî çi tê kirin ku xwendina bi zimanê dayikê bi tevahî bikeve bernameya xwendinê.”

Derbarê helwesta kurdên bakur jî li hember wê biryara Tirkiyê, navbirî got: “Divê kurd pêşwaziya vê pêngavê bikin, di dahatû de jî daxwazên xwe bi awayekî hûrtir pêşkêş bikin, ji ber ku têgehên wek “otonomiya demokratîk” û “ xwendina bi zimanê dayikê” zêde ne ron in û timî jî raya giştî ya Tirkiyê aciz dikin.” Rûdaw

Advertisements