Gallery

Mistefa: Almaniya dikare roleke ber bi çav di avadankirina Kurdistanê de bibîne

Nûçexane – Bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî weke sefîrê Almaniyayê yê li Îraqê, Christian Berger sefîrê Almanyayê yê li Iraqê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de ku, Rolf Ulrich konsulusê giştî yê Almanyayê yê li Hewlêr amade bû, berpirsê têkeliyên derve kar û xebatên sefîrê Almaniyayê yê li Îraqê ku di dema karkirina xwe de li Îraqê û herêma Kurdistanê kirina û rola wî di pêşxistina têkeliyên herêma Kurdistanê digel Almaniyayê bilind nirxandin.

Mistefa di axavtina xwe de got jî ku welatê Almaniya weke welatekî ewropî û xwedî aboriyek bihêz û pêşkeftî dikare roleke ber bi çav di prosesa avadankirina Kurdistanê de bibîne.

Sefîrê Almaniyayê rewşa herêma Kurdistanê a di warê aramî û emnî de bilind nirxand û got ku, herêma Kurdistanê di van salên dawiyê de bi awayekî lezgînî di hemû waran de pêşkeftiye û hêvî kir ku, ew aramî û emniyeta li herêma Kurdistanê heye bigihîje deverên din yên Îraqê jî. KRG -nh

Advertisements