Gallery

Pilebilindên Iraq û Kurdistanê pirsa tenduristîya Mam Celal kirin

Nûçexane – Çendîn berpirsên pile bilind yên Êraq û Kurdistanê peywendiyên telefonî digel serokkomar kirin û li rewşa wî pirsiyan û hêviya çakbûna tendirustî ji bo wî xwestin.

Peyvdarê polîtburoya YNK`ê Azad Cunduyanî ragihand ku, piştî encmdana neştergeriyek ya serkeftî bo serok Talebanî, îro çendîn berpirsên pile bilind yên Kurdistan , Êraq, hizib û aliyên siyasî peywendiyên telefonî digel Mam Celal kirin û pirsa rewşa wî kirin û kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina neştergeriyê wî derbirîn û hêvî kirin ku di demeke zû de çak bibe û bi selametî vegere bo welata xwe.

Cundiyan li ser rûpela xwe ya tûra civakî Facebookê dibêje, îro serok Barzanî di  peywendiyek ya telefonî de pirsa tendirustiya serok Talebanî kir, û kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina neştergeriyê wî derbirî, li hemberî wê jî serok Talebanî ji ber xemxwariya wî spasiya serok Barzanî kir.

Amaje bi wê yekê kir ku, her îro rêkxerê giştî yê Tevgera Goran jî Newşîrwan Mistefa bi rêya telefonê kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina neştergeriya serok Talebanî derbirî û hêviya tendirustiyek ya baş ji bo wî xwest, ji ber vê çendê Mam Celal jî spasiya xwe arasteya rêkxerê giştî yê Tevgera Goran kir.

Peyvdarê polîtburoya YNK`ê aşkere kir ku, her yek ji serokwezîrê Êraqê Nûrî Malikî, serokê parlemana Êraqê Ûsame Nucêfî û serokê civata bilind ya Îsalmî Emar Hekîm jî bi rêya telefonê hêviya çakbûna tendirustî û vegera Mam Celal di demeke zû de bo Êraqê xwestin.

Di peywendiyên telefonî de Malikî , Nucêfî û Hekîm pîrozbahî li serkeftina neştergeriya serok Talebanî kirin, û hêvî kirin ku, tendirustiya wî her baş be, û di defetek nêz de vegere welata xwe, li hemberî wê jî serok Talebanî spasiya xwe arasteya wan kir. Xendan

Advertisements